25 November 2025 - 11:49
Venezoela: Em dê bi serfirazî bersiva gefên Amerîkayê bidin

Wezîrê Berevanîyê yê Venezoelayê got: Em himber zextên berdewam ên Amerîkayê sekinîne û radigihînin ku dê bi serfirazî bersiva gefên Waşîngtonê bidin.

Li gorî rapora Ajansa Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Viladimîr Padrîno Lopez, Waşîngton bi bikaranîna hêza leşkerî ji bo sepandina berjewendîyên xwe tawanbar kir u got: Emperyalîzma Amerîkayê hewil dide bi balafirên bomberêj û keştîyên cengê yên bi mûşek u keştîyên navokî yên binavî li Karayîbê gefan li me bixwe.
Em ne koleyê ti impiratorîyekê ne. Lopez herwiha ji lidarxistina meşqên leşkerî yên Amerîkayê li Tirînîdad u Tobagoyê, nêzîkî xeta perrava Venezoelayê rexne kir u got ku bi bicihkirina ti hêzeke deryayî u yan hewayî, kes nikare serxwebûna Venezoelayê têk bibe.  
Serepeyv
AMERÎKA-VENEZOELA

Your Comment

You are replying to: .
captcha